Şerê Rûsya-Ukrayna: Ji biharê ve şerê herî dijwar pêk tên

Li rojhilatê Eworpa şerê herî dijwar pêk tê.
Ji despêka biharê ve, Rûsya û Ukrayna bi çekên giran û balafirên bêmirov êrişên xwe yên herî dijwar pêk tînin.
Rêveberiya Kîevê ragihand ku Rûsya bi 28 moşek û 16 dronan êrişî welat kiriye.
Kremlîn jî îdia dike ku Ukrayna bi balafirên bêmirov êrişî 6 herêmên Rûsya kiriye.

Ukrayna û Rûsyayê şevê din bi balafirên bê mirov û moşekan êrîşê dijwar li hemberî hev pêk anîn.

Di wextekî Ukrayna ragihand ku du welatiyên wê hatine kuştin de, Rûsyayê îdia kir ku xalên wê yên leşkerî bûne armanc û karûbarên balafirgehên sivîl rawestiyane.

Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê yek ji mezintirîn êrîşên balafirên bêmirov ên heta niha li dijî rojavayê welêt pêk aniye.

Moskowê îdia kir ku wan kariye rê li ber van êrişan bigrin.

Her wiha îdia kir ku wan kariye êrişa li ser nîvgirava Kirimê jî têk bibin.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku li Behra Reş 4 botên Ukraynayê ku nêzî 50 paraşut tê de bûn hatin îmhakirin.

Rûsya û Ukrayna di tevahiya şevê de bi dronan êrişî hev kirin

Ji aliyê din ve rayedarên Ukraynayê ragihandin ku ji sibeha Çarşemê ve paytexta Kîevê bûye armanca êrîşa herî bihêz a bi mûşek û balafirên bêmirov.

Di êrişan de 2 kes hatine kuştin.

Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê di daxuyaniyekê de diyar kir ku şevê din bêtirî 20 moşek û balafirên bêmirov ji aliyê hêzên parastina hewayî ve hatine têkbirin.

Di daxuyaniya xwe de, yekîneya leşkerî ev êrîşa asmanî weke pêla herî bihêz a êrîşê ku ji biharê ve li bajar pêk hatî binav kir.

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di êrîşan de balafirên bê mirov ên Îranê hatine bikaranîn.

Li aliyê din rayedarên Rûsyayê diyar kirin ku di êrîşên balafirên bêmirov ên li Pskov, Bryansk, Kaluga, Orlov û Ryazan ên li herêma Moskowayê de, balafirên leşkerî ziyan dîtiye û rêwitiya balafirên sivîl jî hatine astengkirin.

Êrîşa şevêdin li Pskovê ku 660 km li bakurê sînorê Rûsya û Ukraynayê ye, li nêzî sînorên Estonya û Letonyayê pêk hat.

Rêveberên Rûsî ragihandin ku di êrîşê de 4 balafirên veguhestina leşkerî yên Il-76 ziyan dîtine.

Ji Amerîka bo Ukrayna paketek nû ya alîkariyê

Balkêşe ev êrişên balafirên bêmirov yên Ukrayna li dijî Rûsya, piştî Wezîrê Karê Derve yê Amerîkî Antony Blinken pakêtek nû ya alîkariyê ya leşkerî bo Kîevê ragihand pêk hat.

Ukrayna wê pişesaziya xwe ya çekan xurt bike

Back to top button