Şêniyên navçeya Til Temirê cenazeyê şehîd Ebdul-wekîl Misto oxir kir û soza şopandina rêya wî da.
Pêkhateyên Çilaxa jî şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê bi merasîmekê bi bîr anîn.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdul-wekîl Misto 26’ê Tebaxê şehîd bû.
Şêniyên navçeya Til Temir ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristana şehîdan a navçeyê kom bûn.
Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî xwestin û gotin:
“Şehîd Misto li hember dagirkeriya Tirk bi lehengî û wêrekî li ber xwe da.
Soza şopandina rêya şehîdan û parastina herêmê hat dayîn.
Dawiyê wesîqeya şehîd radestî malbatê hat kir û cenaze bi siloganan hate veşartin.
Çilaxa-Şehîdên meha Hizêran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bi bîranîn
Melcisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa jî şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê, bi bîr anîn.
Merasîm li hola Çandê bi beşdariya Sazî û nûnerên partiyan hat lidarxistin.
Di merasîmê de endamê rêveberiya PYD Sirûr El-Şetî got.
“Bi yekîtiya pêkhateyan dê civak û welat werin parastin û herêmên dagirkirî bên rizgarkirin.
Bang li gel hat kirin ku ji bo mayîndekirina jiyana hevbeş, aramî û ewlehiyê li kêleka QSD bin.