
Hikûmeta Iraqê ragihand ku hêzên Iraqî ji herêma Şengalê vekişiyane û tenê polîsên federal li herêmê mane.
Berdevkê Fermandariya Operasyonan a Nînewayê, lîwa Tehsîn El-Xefacî derbarê hebûna hêzên Iraqê li Şengalê ji çapmeniyê re axivî.
Lîwa Tehsîn El-Xefacî ragihand ku hêzên Iraqê ji Şengalê vekişiyan û di hundirê Şengalê de hêzên ewlehiyê yên herêmî li cihê xwe ne.
El-Xefacî destnîşan kir ku wê tenê polîsên federal û hêzên parastina sînorên Iraq-Sûriye li Şengalê bimînin.