Li herêma Şiqeyêf a li bakurê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê erebeyek teqiya, di encamê de kesek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyekî ewlehî, îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) erebe teqandiye.
Û di encamê de endamekî Komîteya Aboriyê şehîd bû û 2 welatiyên din jî birîndar bûn.
Tê payîn Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.