Emel Xizêm:Bi sînordarkirina buhabûna kel û pelan me rêkarên guncaw girtine

Bilindbûna dolar ku bi xwe re hemû kel û pel jî bûha kir hîna di rojevê de ye. Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Xizêm diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka aborî bi rewşa siyasî ve girêdayî ye.

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê Emel Xizêm diyar kir ku ji bo sînordarkirina buhabûna kel û pelan rêkarên guncaw girtine.

Emel Xizêm bi bîr xist ku bilindbûna nirxê dolar ne tenê bandor li bakur û rojhilatê Sûrî, bandor li tevahiya Sûriyê kir.

Emel Xizêm dest nîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka aborî tenê bi çareseriya siyasî pêkan e.

Xizêm rêjîma Sûrî weke berpirsyarê mezin ya bilindbûna nirxê dolar bi nav kir.

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê Emel Xizêm diyar kir ku wan li sûkan komîteyên çavdiriyê zêde kirine, da ku buhabûna kel û pelan sînordar bikin. Kesên li cem xwe tiştan bigrin jî wê bikevin ber lêpirsînê.

Leave a Reply

Back to top button