QSD: Tirkiyê di binpêkirina agirbestê de dewam e, Şervanek şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 6 rojên derbasbûyî eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk di binpêkirina agibesta li bakur û rojhilatê Sûrî de dewam e.

Li kêleka wê jî tevgera xwe ya keşfê didomîne. QSD’ê da zanîn ku di encama operasyoneke taybet li Dêra Zorê jî çeteyê berpirsê êrîşên li herêmê hat kuştin.

Navenda Ragihandina QSD’ê bîlançoya şer û berxwedana di navbera 13 û 18’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevgera xwe ya keşfê û bombebarankirina herêma sivîlan didomîne.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê, 13’ê Çileyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mişêrfa û derdora wê bi çekên giran topbaran kir.

He weha dagirkeran gundên Seyda, Elhoz, Erîda, Bîr Kîno, Îbrahîm El-Kurdî, Merdûda, Xirbit Beger yên Eyn Îsa û derdora rêya M4 bi dijwarî topbaran kirin. Ji ber topbaranê ziyan gihişte milkên sivîlan.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAIŞ
QSD: BERPIRSÊ ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMÊ LI DÊRA ZORÊ HAT KUŞTIN

QSD’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê jî kir û got:

14’ê Çileyê li Dêra Zorê Yekîneyên Antî Terorê li hemberî çeteyê bi navê Ebû El-Werd El-Iraqî operasyonek lidarxist.

Çeteyên şaneyê bersiv dan û şer derket. Çete Ebû El-Werd El-Iraqî û çeteyekî din ku navî ne hat zanîn hatin kuştin. Miqdarek çek û belgeyên çeteyan jî ket destê QSD’ê.

Çete Ebû El-Werd êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê birêve dibir. Di heman demê de berpirsê petrol û pereyên şaneyên veşartî bû.

QSD’ê da zanîn ku di encama topbarana dijwar ya 15’ê Çileyê de şervanekî wan bi giranî birîndar bû, tevî hemû destwerdanan jî şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button