Mûrat Kurum: 173 hezar avahî yan hilweşiyan yan jî ziyanek mezin dîtiye

Li nava Tirkiyê 173 hezar avahiyên hilweşiyayî yan jî ziyaneke mezin dîtî heye. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar diyar kir ku divê piştevaniya piştî erdhejê derketî holê veguhere rêxistiniyeke mezin û got: “Heke em pêşî li ber planên xêrnexwaz negirin, dibe ku hem çand û hem jî nifûsa bajaran bi tevahî bê guhertinb.”

Xelkê bakurê Kurdistanê dixwaze êdî ev kabosa erdhejê bi dawî bibe.

19 rojin, rewşa li herêmê aloz û zehmet e.

Wezîrê Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mûrat Kurum têkildarî xebatên lênîrîna avahiyan daxuyanî da.

Kurum diyar kir ku li Tirkiyê 1 mîlyon û 316 hezar avahiyên ziyan dîti hene.

Ji van 173 hezar avahî yan zirarek mezin, hilweşiyayî yan jî divê bilez were hilweşandin.

HDP Hewil dide birîngên gel bipêçe

Xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên civaka sivîl û komeleyên herêmî ve hatiye avakirin ên li herêmên erdhejê bênavber didomin.

HDP, li rexekî tora piştevaniyê birêxistin dike û li rexa din jî tevî hemû astangiyên dewletê jî alîkariyê digihîne gundên herî dûr.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî di çarçoveya alîkarî û piştevaniyê de bajar bi bajar digerin.

Herî dawî jî Sancar çû serdana mexdûrên erdhejê yên Mereşê.

‘Di bingeha hilweşînê de îktîdar heye’

Sancar diyar kir ku li hemû bajaran wêraniyeke mezin çêbûye û wiha got: “Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hêj jî pêdiviyên gel nehatine bicihanîn.

Sedema bingehîn a vê wêraniyê, polîtîkayên rantê yên deshilatê ne.

Deshilat çiqas hewl bide vê veşêre jî hemû kes dibîne.”

Dîmenê Rant, Nelirêtî û Bertîlê

Sancar îşaret bi xemsarî û derng destpêkirina xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kir û ev tişt anî ziman:

Xizmetên lêgerîn-rizgarkirin û alîkariya lezgîn dereng dest pê kirin.

72 saetên destpêkê pir girîng in.

Lê mixabin di wan saetan de, hema hema tu tiştek nekirin.

Ev hilweşîn, wêneyê polîtîkayên nelirêtî, bertîl û rantê ye.”

Koçberkirin û valakirina herêmê

Sancar bal kişand ser polîtîkaya koçberkirin û valakirina herêmê û ev nirxandin kir: “Xebatên li dijî vê polîtîkayê ji bo paşerojê girîng in.

Di rojên pêş de wê yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ev mijar be.

Gelek kes neçar man ku ji herêmên xwe koçber bibin.

Heke em vê rewşê neşopînin û rê li ber kesên planên xêrnexwaz çêdikin negirin wê hem çand û hem jî nifûsa van bajaran biguhere.”

Back to top button