Koçberên li Kobanê ji bo hezar û 50 malbatên koçber alîkarî tê dayîn

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hezaran kesên ku ji Girê Spî koçber bûne li Kobanê bi cîh bûne.
Serokê Karûbarê Civakî ya herêma Firatê Moro Hisên anî ziman ku ew hemû pêdiviyên koçberan bi cîh tînin.

Ji berê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hezar û 50 malbatên ji Girê Spî li Kobanê dimînin.

Serokê Kar û Barê Civakî Moro Hisên diyar kir ku bi hevkariya 5 rêxistinên mirovî pêdiviyên koçberên li Kobanê bi cîh tînin.

Moro Hisên da zanîn ku Desteya Kar û Barên Civakî mazot bê pere li koçberan belav kir û berdela fatoreyên avê û kehrebê jî ji wan nastînin.

Moro Hisên anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji ber derfetên xwe yên kêm nikare pêwîstiyan sivîlan bi temamî bi cih bîne, lê tevî wê jî bi hemû derfetan alîkariyê dide.

Serokê Kar û Barê Civakî Moro Hisên bal kişand ser hêjmara zêde ya koçberan û bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya koçberên li herêmê bikin.

Leave a Reply

Back to top button