Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 106 kesên din jiyana xwe ji dest da

Rewşa kambax a Tirkiyê di çarçoveya Corona û bandora wê li welêt, her çi qas were veşartin jî, bi jimara qurban û pêketiyan a rojane, eşkere dibe.Tevî jimara qurbanan a mezin, herî dawî 106 kesên din jiyana xwe ji dest de.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihand ku di 24 saetên dawî de, 106 kesên din ji ber vîrûsê mirin û 2 hezar û 861 kesên din pê ketin.

Heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, jimara qurbanan bûye 2 hezar û 706 û jimara kesên bi vîrûsê ketine, bû 107 hezar û 773 kes.

Bi van daneyan, eşkere dibe ku rewşa Tirkiyê bi negirtina tedbîran re her diçe xerabtir dibe û hikumet jî li vê yekê mukur nayê û xemsariya xwe jî dewam dike.

Back to top button