Çeteyan li Efrînê êrîşî navenda ‘Bihar’ a alîkariyê kir

Revandin, talan û wêrankirina herêma Efrînê li ser destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin. Çeteyan êrîşî navenda rêxistina Buhar a alîkariyê kir û tiştên di hundirê wê de şikandin.. Çeteyên dewleta Tirk her wiha quba gortistana Êzdiyan jî rûxandin. 

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, ragihand ku çeteyên ‘Ehrar El- Şerqiyê’ êrîşî navenda rêxistina ‘Bihar’ a alîkariyê ya li navenda bajarê Efrînê kir.

Navendê diyar kir ku “çeteyan êrîşî rêveberê rêxistinê Dr. Ebdull Rezaq Derwîş jî kirine û alavên di navendê de şikandine”.

Çeteyan, ji malekê 3 hezar dolar, 2 milyon l.s û zêr dizîn

24’ê Nîsanê jî, çeteyan êrîşî mala Rifet Xaziyana kir û talan kirin.

Çeteyan ji malê 3 hezar dolar, 2 milyon L.S û zêr dizîn.

Hat zanîn ku beriya vê bi demekê çeteyan Rifet revandibû û bi giranî êşkence kiribûn.

Navendê da zanîn ku li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewayê jî çeteyan êrîşî mala Şewket Sîdo kir, ew û hevjîna wî ji mal qewitandin û malbateke çeteyekî lê bi cih kirin.

Çeteyan quba goristana Êzdiyan a li Basûfanê rûxand

Heman Navendê ragihand ku çeteyan dîsa êrîşî deverên pîroz ên Êzdiyan kirin.

Li gundê Basûfanê yê Şêrewa çeteyan qubeya goristana Şêx Elî Êzdiyê bi tirêksan rûxandin.

Çete dibistaneke Şerî’êtê li Cindirêsê ava dikin

Malpera Çalakvanên Efrînê jî diyar kir ku kirinên komên tundrew ên Îxwan Mislimîn ên Tirkiye, Qeter û Kiwêtê li Efrînê bi dawî nabin.

Komeleya komên tundrew ên ‘Ebdellah Nûrî’ ê Kiwêtî, dibistaneke Şerî’êtê li navçeya Cindirêsê ava kir.

Ji destpêka dagirkirina herêmê û heta niha jî bi dehan peymangeh û dibistanên Şerîetê li Efrînê hatine vekirin û bi dehan hol û kargeh bûne mizgeft.

Çete milkên şêniyên resen li ser navê xwe tomar dikin

Malperê her wiha da zanîn ku di çarçoveya guhertina demografîk de, çeteyan bi hevkariya qaşo meclisa herêmî, erd û milkên şêniyê Efrînê yên resen li ser navê xwe û malbatên xwe tomar dikin.

Li gorî vê, hawirdeya firotina erdan jî %70 yê dewleta Tirk, 30 % ji meclisa herêmî yan çeteyên li wir bi cih bûne re tê parvekirin.

Back to top button