Niyaz Hemîd: Li Rojava bi rêya çeteyan, li Başûr jî bi rêya PDK’ê dagirkerî çêdibe

Pisporê siyaset û Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hemîd li ser mijara Zînî Wertê diyar kir ku “armanc dagirkerina Başûrê Kurdistan û şerê navxweyî yê Kurdan e. Hemîd da zanîn ku “ev êrîş di heman demê de, di wateya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî û destkeftiyên gelê Kurd de giştî ne. 

Pisporê siyaset û Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd li ser mijara Zînî Wertê axivî.

Hamîd diyar kir ku “çawa dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kirin, dixwazin li Başûr jî bi rêya “Peşmergeyên Roj” û PDK’ê êrîş bikin”.

Niyaz Hamîd da zanîn ku “armanca dewleta Tirk ne tenê Zînî Wertê ye, armanc dagirkirina giştî Başûrê Kurdistan û pêkanîna nexşerêya Mîsak-î Millî ye”.

Niyaz Hemîd: Dewleta Tirk çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li Başûr bi cih dike

Hemîd bal kişand ser giringiya stratejiya herêmê û got:

“Zînî Wertê ji bo parastina Qendîl, Mexmûr û Kerkûkê cihekî stratejîk e.

Lewre, dewleta Tirk ji bo ku gêrîla dorpêç bike, hewl dide vê herêmê dagir bike.

Ji bo vê planê pêk bîne, dewleta Tirk çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li Başûrê Kurdistanê bi cih kirine.

Niha bi rêya PDK’ê jî, dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike û bigihîje armancên xwe.”

Niyaz Hemîd: Di civîna Hewlêrê de, YNK û Goran îxanet qebûl nekir

Siyasetmedar Niyaz Hamîd girêdayî rola YNK’ê jî ev tişt anî ziman, ku “yan wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide, yan jî wê rêya teslîmbûnê bibijêre. Eger ev yek jî bû, wê ew jî li dijî yekîtiya gelê Kurd bihêle.

Lê ji helwestên wan diyar dibe ku xeta berxwedanê bibijartiye… Ev jî cihê serbilindiyê ye.”

Niyaz Hamîd her wiha bal kişand ser civîna dewleta Tirk bi PDK, YNK, û Goran re ya li Hewlêr û da zanîn ku “Tirkiye hewl dida ku YNK û Goran tevlî plana dagirkeriyê bibin û PDK’ê jî dixwast wan bike hevkarê xwe. Lê Goran û YNK’ê ev plana dagirkirinê nepejirand.”

Siyasetmedar Niyaz Hamîd di dawiyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku “li hember kirinên PDK’ê derkevin û rê nedin wê ku bibe sedema têkçûyîna destkeftiyên gelê Kurd”.

Back to top button