Qeyrana Chernobyl..heya 24 hezar salên din jî wê bandora xwe hebe

Weke îro, bûyereke nuklerî ecêb li Ukraynayê rû da.. Di 1986an de, ji ber têkçûna tecrbuyeke nuklerî di lêkdêreke Stasyona Enerjiyê Nuklerî ya
Chernobylê de teqînek çêbû.. di encama teqînê de zêdetirî 59 kesan jiyana xwe ji dest da û ji ber asta tîrêjandina nuklerî 29 hezar ciwan bi penceşerê ketin û heya niha bandorê wê li welatên derdorê heye.

Qeyrana Chernobyl… berine fireh ji rojhilatê Ewropayê bi awayekî mayînde bi-jehr kir û kêmaniyên sîstema Yekîtiya Soviet a nepen eşkere kir..

Ev qeyran, 26ê Nîsana 1986an li nêzî bajarê Pryp’yat ê Urkraynayê ku wê çaxê girêdayî YS bû, pêk hat..

Bûyer çawa qewimî?

Şemiya wê salê, tecrubeyek di lêkdêrê 4an de dihat çêkirin û ji ber sîstema kontrolê xwe dispart amûdên Graphite ev yek neçû serî..

Gava xebatkar bi xeteriyê hesiyan û ji bo van amûdan derbasî hundirê lêkdêran bikin û germahiyê kêm bikin, hewl dan lêkdêran bi temamî bigirin.. lê belê vê yekê hişt her tişt berevajî bibe û teqîneke ecêb rû bide..

Ev şaştî bi “awayê avakirina avahiyan û madeyên erzan, kêmtecrubeya endaman û paşguhkirina ewlehiya nuklerî ji aliyê hikumetê ve” hate girêdan.

Berî vê bûyerê bi gelek caran, hikumet hatibû hişyarkirin, lê bêhûde bû û di dawiyê de YS li van eyban mukur hat.

3 hezar û 828 robot kavilên li ser banê Chernobylê rakirin.. lê ji ber zêdeyî 2 deqeyan nikaribûn xwe li ber bilindbûna asta tîrêjandinê ragirin, jimarek zilam xwe ji bo vê yekê bexşand…

Wê çaxê lixwekirina devpoşk û lepikan û pêngavên paqijî û pakkirinê hatin destpêkirin.

Stasyona Enerijya Nuklerî “Chernobyl” bi temamî di sala 2000î de hate rawestandin.

Piştî bûyerê çi bû?

Tîrêjandina nuklerî bandora xwe li nêzî 8.4 milyon kes li Rûsya Spî, Yekîtiya Rûsya û Ukraynayê kiriye.

Bajarê Pryp’yat heya 24 hezar salên din wê lê neyê jiyîn..

160 hezar kes ji herêmên li derdora stasyonê hatin derxistin û bajarekî nû ji wan re hate avakirin.

Piştî wê bi çend salan, 230 hezar kesên din jî hatin derxistin.

Desthilatên Ukranî jimara qurbanên Cehernobylê bi 8 hezar kesî teqdîr kir.

Li gorî rapora YS û ya NY, 31 kes yekser mirin û piştî wê bi çend hefteyan 28 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Li gorî belgeyan, 20 hezar kesên li jêr 18 salan bi penceşêrê ketin…

Lê di 2017an de, NY diyar kir ku “tenê 25 ji sedî zerer dîtine, ango 5 hezar kes”.

Li ser pira ku tenê kîlometrekê ji lêkdêran bi dûr bû, şêniyên herêmê li wir sekinîn û li dûmana teqînê temaşe dikirin.

Li gorî hat zanîn, piraniya wan kesan nefilitîn..

Li gorî daneyên kovara Forbes a Amerîkî, ji tirsa çêbûna zarokên kêmendam, wê çaxê 100 hezar heya 200 hezar jinî zarokên xwe ji ber xwe birin.

Ji 3 heya 14ê Nîsana 2020an jî, agirekî mezin li daristanên nêzî Chernobylê rû da û vê yekê hişt rêjiya tîrêjandinê 16 caran rêjeya asayî derbas bike..

Weke hate zanîn, sedema vê bûyerê mirov bû.. ku em bala xwe bidin rewşa me ya heyî ango vîrûsa Corona hin tişt têne berawerdkirin..

Her çi qas sedemên vê nexweşiyê nehatibin zelalkirin jî, di dawiyê de mirov tawanbar e..

Back to top button