Li herêma Başûrê Kurdistanê 3 kes bi vîrûsê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li tevahî herêmê herî dawî 3 kes bi vîrûsa Coronayê ketine. Li Iraqê jî 55 rewşên nû hatine tomarkirin û li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 76 mirovan jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê diyar kir ku li seranserî herêmê 3 kes bi vîrûsa Coronayê ketine.

Li gorî wezaretê, heta niha 344 kes bi vîrûsê ketine, 4’an jiyana xwe ji dest daye, 318 baş bûne, 22 pêketî di nexweşxaneyan de ne û herî dawî jî 159 kes ketine karantînayê.

Li seranserî Iraqê 55 rewşên Coronayê hatin tomarkirin

Wezareta Tendirûstî ya Iraqê jî da xuyakirin ku di nava 24 saetan de, 55 rewşên vîrûsê hatin tomarkirin.

Li gorî wezaretê, herî dawî 20 pêketiyên Coronayê li tevahî Iraqê, baş bûne.

Heta niha li giştî Iraqê hezar û 763 kes bi vîrûsê ketine, 86’an jiyana xwe ji dest daye û hezar û 224 kes jî baş bûne.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 1134 kes bi vîrûsê ketin, 76 jî mirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her dawî hezar û 134 kesên din bi vîrûsê ketine û 76 mirovan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî wezareta Tenduristiyê ya Îranî, jimara pêketiyan gihîşt 89 hezar û 329 kesan, 5 hezar û 650 kes jiyana xwe ji dest daye û 68 hezar û 193 jî baş bûne.

Back to top button