John Bolton: Erdogan berjenwendiyên xwe difikire

Şêwîrmendê Kevin yê Ewlekariya Netewî yê Amerikayê John Bolton, ji rojnameya Wall Street Journal re gotarek nivîsî û tê de politikayên Erdogan yên dijberiya Kurdan vegot.

Şêwîrmendê Kevin yê Ewlekariya Netewî yê Amerikayê polîtîkayên Erdogan nirxand.

John Bolton diyar dike ku heger Erdogan van hilbijartinan bidize, ji bo ti kesî çareserî pêk-nayê.

Ji ber li ser xeyalên Osmanîya nu tevdigere. Erdogan li Surî û li Rojhilata Navîn bi dagirkirinê re, bawer nakim ku bigihije armancên xwe.

John Bolton: Heta Erdogan nekeve aştî pêk nayê

Bolton dewama gotara xwe de dibêje: Heta Erdogan ser deshilatê ye, ne li Tirkiyê, ne jî li deverek din, aştî û demokrasî pêk nayê.

Bolton bibîrxist, ev dijberiya li hember Kurdan pirsgirêka mezin e. Erdogan ne ji bo Tirkiyê, ji bo berjewendiyên xwe politikayan birêve dibe.

John Bolton dawiyê destnişan kir ku Muxalefeta Tirkiyê di nav xwe de lihevkirî nîne.

Muxalafet nizane ka wê çawa li hember Erdogan rabe.ّ

Back to top button