Rojhilatê Ukrayna di armanca topavêjên Rûsya de ye

Li Ukrayna şer di meha seyemîn de didome.
Artêşa Rûsya herêmên rojhilatê welat didin ber topan.
Di vê navberê de Norweç sewqiyata çekên giran bo Ukrayna pêk anî.

Di roja 105’an a êrişên Rûsya li dijî Ukrayna de, tengê çekên giran bilintir bûye.

Artêşa Rûsya rojhilatê bajarê Severodontsk yê Ukrayna daye ber topan.

Di daxuyaniya Ukraynayê ya îro de hate ragihandin ku leşkerên Rûsyayê tevahiya rojê li armancên hatine diyarkirin xistine.

Waliyê Herêma Luhanskê Serhiy Hayday jî di daxuyaniya xwe ya televizyonê da got,

“Hawan, top, tank, êrîşên hewayî, hemû niha bû vê herêmê hatine şandin.”

Qeymeqamê herêmê diyar kir ku li gel rewşa neyînî jî ew ê xwe radet nekin û ev tişt anî ziman:

“Tevî ku leşkerên me ji cihên guncawtir vekişin jî, dê tu kes xwe radest neke.”

Walîtiyê diyar kir ku Ukrayna ji ber êrîşên dijwar nikare xeta trênê ya di navbera bajarên Bahmut û Lîsîchanskê de bi kar bîne.

Ji ber vê jî hewl dane bi rêyên din tiştên pêwist bigihîne bajarê Severodontsk.

Serfermandariya Ukraynayê ragihand ku êrîşên hewayî yên Rûsyayê li nêzî Bahmut a herêma Donetsk û Solote ya li herêma Lûhanskê zêde bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrîşên hewayî de helîkopterên Rûsyayê yên tîpa Ka-52 jî hatine bikaranîn.

Norweçê çekên giran şand Ukrayna

Li aliyê din di şerê ku ev zêdetirî 3 mehan e dewam dike de, welatên rojava piştgiriya çekan a Ukraynayê didomînin.

Norwêçê ragihand ku 22 obusên dijî tankan ên M109, cebilxane û parçeyên yedek ji bo Ukraynayê şandine.

Wezîrê Parastinê yê Norwêçê Bjø Arild Gram îro li Osloyê got;

Pêvajoya şer hewce kir ku bêtir çekên giran ji Ukraynayê re were şandin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku ji ber hincetên ewlehiyê agahîyên ku hatine dayîn ji berê ve nehatine eşkerekirin.

Hat diyarkirin ku leşkerên Ukraynayê li Almanyayê ji bo bikaranîna obusan hatine perwerdekirin.

Back to top button