Dilxwazên Tenduristiyê li Mereşê gund bi gund digerin

Alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê, ji aliyê HDP’ê û dilxwazan ve bê navber dewam dike. Her wiha dilxwazên tendirustiyê banga alîkariyên dermanan kirin.

Piştevaniya saziyên sivîl û dilxwazan a bi mexdûrên erdhejê re li Bakurê Kurdistanê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de xebatkarên tenduristiyê li gund û navçeyên Mereşê digerin û dayîna dermanan birinên gel dipêçin.

Her weha xebatkarên tenduristiyê balê dikişînin ser xetereya şewbê û tedbîrên pêşîlêgirtinê.

Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin

Di çarçoveya kampanyaya piştevaniyê ku Koordînasyona Krîzê ya Marmarayê ya HDP’ê daye destpêkirin de nêzî 100 TIR’an alîkariya mirovî ji herêmên erdhejê re hatin şandin.

TIR’eke tejî sobe û dar ku duh di pêşengtiya Rêxistina HDP’a Stenbolê ber bi Mereşê ve hate bi rê kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ji bo kesên ku dixwazin alîkariyê bişînin bi mexdûrên erdhejê re di nav piştevaniyê de bin..

Li aliyê din TIR’a Mor ku rêxistinên jinan ji Stenbolê re şandin jî gihişt Semsûrê.

Barkirin û daxistina alîkariyan a TIR’a Mor jinan bi xwe kir.

Her wiha Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr ên li Stenbolê TIR dagirtin li Semsûrê jî di valakirinê de cih girtin.

Mehmet Karaman: Gel hewl dide li ser piyan bimîne

Dilxwazê alîkariyê Mehmet Karaman ku ji Swîsreyê hatiye Semsûrê ji ANF’ê re axivî û got: “Li vê derê min dît ku hin leşkeran heqaret li mirovan dikirin.

Digotin, “Ma hûn mirov in?”

Piraniya leşkerên li vê derê, li şûna alîkariyê, mirovan zêdetir aciz dikin.”

Karaman anî ziman ku alîkariyên ji gelek deveran tên şandin, têne astengkirin û got: Gel tevî her tiştî jî hewl dide bi derfetên xwe, xwe li ser piyan bigrin.

Karaman ragihandina Rewşa Awarte bi bîr xist û got: “Divê karê dilxwazên mîna min, neyê astengkirin.

Back to top button