Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê yên li herêma Heftanînê de, 3 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiya xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parvekir.
12’ê Gulanê balefirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker qada Şehîd Bêrîtan a Xakurkê bomberan kirin.
Di encamê de 2 gerîla şehîd bûn.
18’ê Gulanê gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker yên li Girê Konferansa Mezin bicih bûne çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiyê de 3 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.