”Em ji êrîşên wan re ne biyanî ne, êrîş her didomin”

Dewleta Tirk li aliyekî êrîşî Kurdan dike û li aliyê din jî goristan û gorên Kurdan dike.
Berê xwe dide gelek gund û navçeyan û gefan li malbatan dixwe, ji wê zêdetir li ber çavên wan gorên zarokên wan xira dike.
Hevseroka Komeleya Çand û Yekitiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên wendayan Yuksel Almaz li dijî van êrîşan bertek nîşan da û got: Em ji êrîşên dewleta Tirk re ne biyanî ne.

Dewleta Tirk bi salan e êrîşî Kurdan û nirxên wan dike, di van demên dawiyê de jî êrîşî goristanan dike û xirab dike.

Di navbera mehekê de êrîşî gelek goristanên Kurdan kir.

Li bajarên Colemêrg, Wan, Mûş, Êlih, Çewlik û Şirnexê gef li malbatên şehîdan xwar û goristanên zarokên wan xira kir.

Derbarê mijarê de Hevseroka Komeleya Çand û Yekitiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên wendayan Yuksel Almaz axivî.

Yuksel Almaz anî ziman ku ev nêzîkatî nîşaneya feraseta hikumetê ya li dijî Kurdan e û got:

Ev êrîşên hikumeta Tirkiyê ne nû ne, êrîşên wan her didomin.

Qehremanên weke Şêx Seîd û bi hezaran kesên wek wî hatin kuştin û nehiştin li ser vê axê werin veşartin.

Yuksel diyar kir ku ew li dijî gef, kuştin, talankirin û girtinê dev ji doza xwe bernadin û wiha domand:

Li hemberî van êrîşan malbatên şehîdan berxwedanek mezin didin meşandin û divê em jî pêştgiriya wan bikin.

Yuksel Almaz: Xirakirina goristanan sûc e

Yuksel bal kişand li ser xirakirina goristanan û ev tişt anî zimna:

Ev nêzîkatî ne li gorî ti ol, netew û nîjadan e, li gorî qanûnên Tirkiyê jî êrîşa li ser goristanan sûc e.

Divê hemû kesên bi wijdan, komeleyên sivîl û partiyên siyasî li dijî van êrîşan, polîtîkayên xwe bi pêş bixin.

”Bila malbatên şehîdan xwe bighînin me”

Hevseroka Komeleya Çand û Yekitiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên wendayan dawiyê got:

Ger gef li malbatên şehîdan hat xwarin, em bi hêvî ne ku yekser xwe bighînin me.

Di pirsgirêkên herî biçuk de jî bila bizanin ku ne bi tenê ne.

Li gorî derfetên heyî jî em ê bi hev re li dijî êrîşan bibin bersiv.

Back to top button