Serhildana Rrojhilatê Kurdistan û Îranê derbasî qonaxek nû bûye

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” di meha xwe ya 4’an de ye.
Xwepêşandêran bi çalakiyên cur be cur nerazîbûna xwe nîşanî deshilatê dan.
Her wiha xelatek din jî diyarî jinên li Îranê hate kirin.

Doh di salvegera kuştina Fermandarê Hêzên Qudis ê Supay Paradaran Qasim Silêmanî bû, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakvanan bi riya şewitandina poster an jî xerabkirina peykerê Silêmanî nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Li bajarê Sine ciwanan bi riya molotofan avahiya propagandaya Îslamî şewitandin.

Herwiha li bajarê Saqizê hejmarek ciwan serdana malbata xwedekar Mîlad Ebadî yê hatî binçavkirin kirin, piştgirî dan malbatê û daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî kirin.

Tê gotin li Girtîgeha Keço ya Kereçê Hunermend Îlham Muderisî ya xelkê bajarê Sine ku ji ber xwepêşandanan nêzî 2 mehane di bin çavan de ye, dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Li bajarê Qaimê Nivîskara Kurd Mujgar Kawusî piştî 104 rojên di bin çavan de, bi dayîna 3 milyar tumen kefalet bi awayek demkî hate berdan.

Ev hunermend bi “Xerabkariya li ser erdê’ tê sûcdarkirin.

Lê piştî ku ev sûcdarî hate betalkirin, bi awayek demkî hate berdan.

Di dema merasîma çilrojiya 7 kesên li Ciwanro di xwepêşandanan de hatîn kuştin, alozî derket.

Deshilata Îranê hêzeke zêde li herêmê belav kir.

Li gorî gotina şahid û çalakvanên Ciwanro hêzên leşkerî şevan bi wesayîtan, di nava bajar de digerîn û li ser malên welatiyan de digirin.

Heta niha bi dehan ciwan binçavkirine.

Li Îranê jî niha çalakî bi awayên cûda dewam dikin.

Şeva borî polîsên Tehranê ragihand ku feramandarê navenda Basîcî ya Supay Pasdaran Qasim Fethulayî li ber derê mala xwe ya li Tehranê hatiye kuştin.

Herwiha duh li gorî dîmenekî hatî parvekirin, eşkere bû ku şopên êşkenceyê li ser Mehdî Eşkizerî yê hatî berdan heye.

Mehdî Eşkizerî nêzî 20 rojan li nexweşxaneyê maye û roja Yekşemê jiyana xwe ji dest dabû.

Li gorî daneyên Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê, heta niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 516 kes hatine kuştin.

Her wiha 19 hezar û 204 xwepêşander hatine binçavkirin.

Ji bo jînên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xelatek nû

Li aliyekî din, Lîjneya Dadwerên Xelata Simone de Beauvoîr’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku xelata ‘Azadiya Jinan’ ya sala 2023’yan ji aliyê lîjneyê ve ji bo bîranîna Jîna Emînî diyarî jinên Îranê hatiye kirin.

Back to top button