Iraq wê 80 mîlyon dolarî hatî dizîn ji Amerîka vegerîne

Serokê Desteya Destpakiyê ya Iraqê ragihand ku di çarçoveya pêngava dane despêkirin de, di nava du rojên bê de 80 milyon dolar, ji Amerîkayê vegerînin welat.
Her wiha destnîşan kir ku duh 4 milyar dînar ên din jî hatine vegerandin.

Serokê Desteya Destpakiyê yê Iraqê Heyder Henun ragihand ku di çerçoveya pêngava Desteya Destpakiyê û Hikûmeta Iraqê ya ji bo vegerandina pereyê hatî dizîn ku bi ‘diziya sedsalê’ tê nasîn, ew ê pereyê bo Amerîka hatî şandin jî vegerînin.

Heyder Henun di dewama axaftina xwe de eşkere kir ku doh Desteya Destpakî bi hevkariya hikûmetê 4 milyar dînar pereyê din ê ku hatî dizîn, vegerandine Iraqê.

Di heman demê de li gorî daxuyiya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, heta niha 317 milyar û 535 milyon û 536 hezar û 525 dînar pereyê ‘diziya sedsalê’ ji bo Iraqê hatiye vegerandin.

Hêjayî gotinê ye, bi giştî pereyê ku di ‘diziya sedsalê’ de, di dema kabîneya berê ya Mistefa Kazimî de pêkhatîbû, 2 milyar û 500 milyon dolar bû û hîna beşek mezin nediyare.

Back to top button