Şêniyên Efrînê yên li kampa Serdemê şehîd Seydo Refîq bi merasîmek bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê ji bo şehîdê berxwedana Garê Seydo Refîq (Hogir Neasan) merasîmekî xiyabî li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Gerîlayê HPG’ê Seydo Refîq bi nasnav Hogir Neasan ku di berxwedana Garê de şehîd bû, bibîr anîn.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê yên li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê, tevlî merasîmê bûn.

Merasîm bi guhdarkirina qeyda dengê Ş. Seydo Refîq dest pê kir.

Piştre, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê axaftin hate kirin.

Kesên axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Paşê, nasnameya şehîd Seydo hate xwendin û radestî malbata wî kirin.

Merasîm bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Efrîn û Garê bi dawî bû.

Back to top button