Partiya Sûriya Pêşerojê: Xayîn dixwazin aramiya herêmê têk bibin

Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê a Dêrazorê dazanîn kir ku tiştê li Dêrazorê dibe bi destê xayînan tê kirin û got:
“Ew hewl didin aramiya herêmê têk bibin û ji bo ku fîtneyê kûrtir bikin, lê gelê me bi helwesta xwe vê fitneyê vala derxist.”

Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê Tamir El Şumerî ji ajansa ANAHA ye re axivî û got hin alî dixwestin fitneyê di nava xelkên herêmê de derxin.

Tamir El Şumerî bûyerên Dêrazorê wiha nirxand:

“Tiştê ku vê dawiyê rûdaye komployeke li dijî herêmê bi giştî bi rêya Dêrazorê bû.

Aliyên dijber ên ku dixwazin biratiya gelan têk bibin hewl dan bûyerên li Dêrazorê wek şerekî di navbera kurd û ereban de nîşan bidin, lê gelê me ji vê yekê mezintir bû.”

El Şumerî balkişand ser piştgiriya gelên herêm ji bo opersiyona ‘Xurtkirina ewlehiyê’ û wiha got :

“Gelê li gor bûyerê hişyar bû. Ji derveyî komplogeran û şaneyên veşartî ku hejmara wan kêm e, gel piştgiriya operasyonê kir.”

Gelên herêmê ev alozî derbas kir, gelê me zana û berxwedêr e û ev komplo têk bir.”

Tevgerên Jinan: Bi piştgiriya gel hewldanên fitneyan têk diçin

Back to top button