Eyn îsa-Di topbarana ser gundê Hiwêcayê de welatiyek birîndar bû

Dagirkeriya Tirk êrişên xwe ên li dijî herêmê zêdekirine.
Îro jî gundên Minbic, Eyn îsa, Til temir û şehba hatin topbaran kirin.
Di topbarana li ser gundê Eyn Îsa de welatiyek birînar bû.

Hemwextî operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dagirkeriya Tirk êrişên xwe li dijî herêmê zêdekirine.

Bi taybet ji Minbicê, Eyn Îsa û heta bi Til Temir êrişên dijwar pêk tîne.

Îro jî topbaran hebû.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî, gundê Hewîja yê Rojavayê Tirwaziyê topbaran kir.

Di encamê de, welatiyê bi navê Xelîl El-Hemed 23 salî brîndar bû.

Xelîl li nexweşxaneya Wetanî a li Reqqa tê dermankirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Kawiklî yê rojhilatê bajarê Babê topbaran kirin.

Her weha, hewldana ketina çeteyên artêşa Tirk li ser gundê “Kor Hiyok” a rojavayê bajarê Minbicê, ji aliyê hêzên Eniya Kurd û Tûgaya Şoreşgerên Idlibê ve hatin têkbirin.

Piştî têkbirinê, çete reviyan.

Dewleta Tirk a dagirker Rojhilatê Babê da ber topan

Lê agahiyên berfireh ên topbaranê nehatin bidestxistin.

Vê sibehê jî dewleta Tirk êrişî Til Rifetê ya li herêma Şehbayê kir.

Back to top button