Şêx Raxib Beşar li hember êrişên Tirkiyê banga hevgirtinê kir

Şêx Raxib Beşar El-Faris bang li pêkhateyên herêmê kir ku li hember êrişên Tirkiyê hevgirtî bin.

Şêxê Qebîleya El Zubeyd a Ereban şêx Raxib Beşar El Faris derbarê êrişên Tirkiyê de axivî û got:

“Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan yekitiya pêkhateyan a li ser biratiya gelan dike armanc.”

El-Faris bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk jî şermezar kir.

Her wiha bang li pêkhateyên herêmê kir li hember planên dagirkirinê ên dewleta Tirk hevgirtî bin.

Şêx Raxib Beşar El Faris axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“Divê em piştgiriya hêzên leşkerî û ewlehî bikin, da ku sîxurên dewleta Tirk eşkera bikin.

Ji ber dewleta Tirk hewl dide bi rêya wan planên xwe pêk bîne.

Em bang li her kesî dikin ku nekevin xefika şerê taybet ê MÎT′ê.”

Back to top button