Çalakiya gireva birçîbûne li hemberî zexta PDK’ê di roja 52′ yan de ye

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, 52 rojin li hemberî zexta PDK’ê di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe.

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê êriş pêk hat.

Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya wan di roja 52’yan de didome .

Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî ye Dag gotiye: “Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me.

Me bi mirinê re rû bi rû hiştine.”

Duh Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê ragihandin bû ku wan sîxurên tirkiyê ku xwestin dag û er di girtîgehê de bikujin girtine.

KCK’ê diyar kir ku ger tiştek li Er û Dag bê PDK berpirsiyar e.

KCK’ê ji bo Mazlûm Dag û Abdûrahman Er daxuyanî da

Back to top button