Ji bo girtiyên Hewlêrê li ser medyaya dîjîtal kampanya hashtagê despêkir

Ji bo Mazlum Dag û Abdurrahman Erên ku 50 rojin li Girtîgeha Hewlerê li dijî polîtîkayên zextê di grevabirçîbûnê de ne, di medyaya dîjîtal de kampanyayek hashtagê hat destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Mazlum Dag û Abdurrahman Er yên li Girtîgeha Hewlerê yê li dijî ferzkirinên PDK’ê ve hatiye destpêkirin ev 50 rojin didome.

Bi hezaran kes tevlî pêngava hashtagê ya binavê ‘#LiZindanênKDPêÎşkenceHeye’ ya ji bo Dag û Erê hatibû destpêkirin, bûn.

Beşdarên pêngavê hashtagê zextên li ser Dag û Er şermezar kirin.

Hat diyar kirin ku zextên PDK’ê yên li ser Dag û Er û ferzkirina cilûbergên yekreng ne li gorî mafên mirovane.

Beşdarên hashtagê daxwaz kirin ku di zûtirîn dem de zilm û zordariya li ser Dag û Er bê bidawîkirin.

Di çalakiyê de hat diyar kirin ku PDK jî dawî li polîtîkayên xwe yên qirêj yên li ser ciwanên Kurd bîne.

Beşdarên pêngavê daxuyaniya KCK’ê bi bîr xist û got Ji tenduristî û ewlehiya Dag û Er PDK berpirsiyar e.

Back to top button