QSD’ê li navçeya Holê civînek ji malbatên şehîdan re li dar xist

Di çarçoveya derbaskirina astengiyên li pêşiya şêniyan û gundarkirina nerînên wan Hêzên QSD’ê li Navçeya Holê ji malbatên şehîdan re civînek li dar xist.

Di civînê de bi navê Hêzên QSD’ê Harûn Abûwên axivî, roja rizgarkirina Baxozê li malbatan pîroz kir û got:

Wek malbatên şehîdan pêwîste li pêşiya hemû pirsgirêkan bisekinin û bi yek destî li hember li ber xwe bidin.

Harûn soza domandina rêya şehîdan da.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Bavê Agrîn û Nezîra Esaf axivîn û weha got:

“Ji bo parastinê, Hêza Sûriya Demokratît hat ava kirin, ev hêz jî, zarokên me ne, rizgarkirina bajarên me bi destê wan bû û me dawiya DAIŞ’ê anî.

Ji bo gelê me nekeve bin zilm û zorê şehîdan em rizgarkirin û canê xwe feda kirin.

Me Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bîr nekiriye, şoreşa me bi dawî nebûye û emê li kêleka hêzên xwe bisekinin.”

Dawiya civînê ji bo bîranîna şehîdan sinevizyonek hat pêşandan.

Back to top button