Bi armanca rêxistinkirina saziyên Sivîl, Îro Li Taxa Şêx Meqsud a Helebê civîna damezrîner a yekemîn a saziyên civaka sivîl hat li dar xistin.
Civîn di bin dirûşmeya ” Bi fikira azad em ê civakeke damokratîk û exlaqî ava bikin” û bi amedebûna endamên saziya civaka sivîl li hola Talet Heleb hat li darxistin.
Di Civînê de hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û diyar kir ku ji bo dawî li kirîz û pevçûnên li Sûriyê bînin, divê rola saziyên civaka sivîl bên xurt kirin .
Hiso destnîşan kir ku ji bo avakirina civakeke demoqratîk, polîtîk, exlaqî û adil, pêwîstî bi damezrandina saziyên civaka sivîl heye.