Temenê wan li pêş vîna wan nebû asteng

Emîne Omer ruxmî temenê xwe yê ê mezin, dest bifêrbûna zimanê Kurdî kir.

Emîne Omer 56 salî ji Taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne.

Dayê Emîne Omer ji bo fêrî zimanê xwe bibe heftê 3 rojan berê xwe dide Meclisa Şehîd Gulê Selmo ya li taxa Şêxmeqsûd.

Bi Emîneyê re 14 jinên din jî tevli perwerdeyê bûne û temen li pêş hêviya xwe nekirine asteng.

Temenên kesên perwerdeyê dibin, di navbera 17 heta 56 saliyê de diguhere.

”Piştî şoreşê hêviyên xwe pêk anîn”

Emîne da zanîn ku ya ku hiştiye fêrî zimanê xwe bibe, şoreşa 19′ê Tîrmehê ye û wiha got:

“Piştî êşên qedexeyê derfet çêbû ku fêrî zimanê xwe bibim.

Temen ne astengiyek e.

Divê em parastina zimanê xwe ji helandin û têkçûyînê bikin.”

”Hebûn û ziman bi hev ve girêdayî ne”

Sebah Mihemed a 55 salî jî wuha bahsa fêrbûna zimanê dayikê dike:

“Divê em fêrî zimanê xwe bibin. Ji ber ku ziman nasnameya me bê ziman tê wateya bê nasname”

Back to top button