Li Marsîlyayê li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin

Ne tenê ji bo bidawîbûna tecrîdê, lê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînek domdar heye .
Li Marsîlyayê bi pêşengiya ciwanan çalakî hat lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li bajarê Marsîlya yê Fransayê, mîtîng li dar xist.

Endamên Jinên Ciwan ên Têkoşêr (TêkoJIN) jî tev li mîtîngê bûn.

Di danezana bi Fransî de ku li qada mîtîngê hat xwendin, hat destnîşankirin ku wê sala 2023’yan bibe sala azadiyê.

Ciwanan diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, belavê her derê bikin.

Û bang li hemû ciwanên li Ewropayê kir ku dakevin qadan.

Back to top button