Îran tengav bûye

Dengê dahola şerekî mezin tê.
Waşîngton piştî îdiayên wê Îran êrişî Erebîstana Siûdî bike ket nava alarmê.
Rêveberiya Serokê Amerîka Biden li ser îstixbareta Riyadê bi wan re parvekirî, Tehran hişyar kir û got:
Eger pêwist bike em ê bersiv bidin.

Sê berpirsên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihandin ku rêveberiya Riyadê îstixbarata ku Îran amadekariya êrîşek nêzîk a li dijî wan dike parve kir.

Ev yek hemwextî wê yekê pêk tê ku Serokê Amerîka Joe Biden ji ber êrişên rejîma Îran li ser xwepêşandêrên rexneyên tund lê dike ye.

Amerîka li ser îdiayên wê Tehran êrişî Riyadê bike ket nava alarmê

Di daxuyaniya Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê da wiha hat gotin:

“Em ji tabloya gefên heyî bifikarin.

Em bi rêyên leşkerî û îstîxbaratî bi rêvebiriya Siûdî re di nava têkiliyan da ne.

Em ê ji bo parastina berjewendî û hevalbendên xwe yên li herêmê bikevin tevgerê.”

Ne rayedarên Erebistana Siûdî û ne jî Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî îdiayan ti daxuyanî nedan û pirsên li ser mijarê bêbersiv hiştin.

Yek ji berpirsên ku parvekirina îstîxbaratê piştrast kir ev pêşveçûn wekî xetera êrîşê “zû, yan di nav 48 demjimêran de” binav kir.

Lêbelê, ti balyozxane û konsulxaneya Amerîkî li herêmê, ti hişyariyek ji bo weltiyên xwe yên li herêmê nekirine.

Rayder: Em ê bersiva her êrişekî bidin

Berdevkê Pentegon yê çapemeniyê Sererkan Pat Ryder got;

Berpirsên leşkerî yên Amerîkî têkildarî raporên îstixbaretê yên hevbeş “ji rewşa metirsiyê ya li herêmê bi fikar in.”

Em bi hevalbendên xwe yên Siûdî re li ser agahiyên ku dikarin li ser vê mijarê bidin bi rêkûpêk di têkiliyê de ne.

Lê wekî me berê jî got, em ê mafê xwe biparêzin. Ev yek çi li Iraq yan cihek din be.”

Price: Em ji rewşa heyî bifikarin

Daxuyaniyek bi heman rengî ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ve hat.

Price yê li ser mijarê hurgilî nedan tenê bi gotina, Amerîka “ji ber wêneya xetereyê bi fikar e” sînordar ma.

WSJ: Di armanca Îranê de Hewlêr û Riyad heye

Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku ji ber îdiayên êrişê Waşîngton û Riyad ketine nava alarmê.

Rayedarên Amerîka û Erebistana Siûdî ji rojnameyê re axivîn û diyar kirin ku dibe ku di demeke nêz de Îran ji bo ku bala xwe ji xwepêşandanên li hundirê welêt bikşîne, êrişî hin hedefên Erebistana Siûdî û bajarê Hewlêrê bike.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Erebîstana Siûdî ev îstîxbarat bi rayedarên DYA’yê re parve kiriye.

Hate ragihandin ku artêşa her du welatan û hin welatên din di nobedariyê de ne.

Back to top button