Li Brezîlya hilbijartina bitirs

Li Brezîlya bêdengiyek metirsîdar heye.
Lîderê rastgira tund Jair Bolsonaro yê ku di hilbijartinên Brezîlyayê de têk çû, bêdengiya xwe şikand, ne têkçûn qebûl kir û ne jî înkar kir.

Di hilbijartina di dîroka nêz a welat de, weke hilbijartina girîng tê dîtin, Lula de Silva ji 50,9 ê dengan bidest xist.

Bi ferqeke ku 2,1 mîlyon a dengan dawî li deshilata Bolsonaro hat.

Beşek ji raya giştî û gelek pispor fikirîn ku ger Bolsonaro di hilbijartinê de têk biçe, bi qebûlnekirina îstifakirinê dikare bibe sedema tevliheviya navxweyî.

Bolsonaro, ne binketina xwe redkir ne jî pejirand

Bolsonaro bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li paytext Brezîlyayê dawî li bêdengiya xwe anî û got.

“Xewnên me ji yên berê zelaltir in.”

Bolsonaro spasiya 58 mîlyon kesên dengê xwe dane wî kir lê ti gotinek ya serketina Lula yan têkçûna xwe bilêv nekir.

Siyasetmedarê rastgir ê 67 salî wiha got:

“Weke Serokomar û wekî welatiyekî ez ê li gorî bendên Destûra Bingehîn tevbigerim.”

Bolsonaro ji bo xwepêşandanên li welat pêk tên jî anî ziman ku heta di çarçoveya aştiyane de be tê qebûlkirin.

Back to top button