Pyongyan bi 10 moşekan Seûl xist nava alarmê

Îro li nava Koreya Başûr metirsiyek zêde ya ji ber moşekên Koreya Bakur hebû.
Rêveberiya Pyongyangê di saetên serê siharê de, 10 moşek ceribandin.
Li dijî vê yekê Seûlê jî bi moşkan bersiv da.
Piştî şerê Kore yê 69 salan cara yekeme herdû welat peravên hev dikin armanc.

Koreya Bakur û Koreya Başûr piştî Şerê Koreyê ku 1953’an bi dawî bû, cara yekem mûşek avêtin peravên hev.

Seoul piştî sê saetan bersiv da ceribandinên mûşekên Pyongyang ê.

Li gorî rayedarên Koreya Başûr, Koreya Bakur îro danê sibê, 10 mûşek avêtin aliyê rojhilat û rojava.

Herî kêm yek ji moşekan Xeta Sînor a Bakur, sînorê deryayî yê defakto yê di navbera her du welatan de ye derbas kiriye.

Herêma qala wê tê kirin, 26 kîlometre li rojhilatê bajarê Sokcho û 167 kîlometre li bakurê rojavayê Girava Ulleung ye.

Piştî ku mûşek hat tesbîtkirin, li Girava Ulleungê sîren (dengê alarma hişyariyê) hatin lêdan û bang li gel hat kirin ku dakevin jêrzemînan.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol piştî vê yekser konseya ewlekariyê ya welat kom kir.

Suk-yeol tevî ku mûşek li derveyî avên sînorê Koreya Başûr ket jî ev yek wek binpêkirina sînor binav kir û ragihand ku wê “bi tundî û bilez” bersivê bidin.

Piştî çend saetan, sê mûşek ji balafirên şer ên Koreya Başûr ber bi peravên rojhilatê Koreya Bakur ve hatin avêtin.

Hate diyarkirin ku mûşek bi mesafeyeke mîna moşeka ku ji aliyê Bakur ber bi Başûr ve hatiye avêtin e.

Koreya Bakur vê hefteyê tetbîqata leşkerî ya hevpar a navbera Koreya Başûr û Amerîkayê ya li derdora nîvgiravê şermezar kiribû.

Di daxuyaniya Pyongyangê de hat îddîakirin ku Amerîka û Koreya Başûr ger tetbîqatên hevpar ên leşkerî bidomînin wê “berdêla herî hovane ya dîrokê bidin”.

Çavdêrên leşkerî dibêjin ku ev gefeke veşartî ya bikaranîna çekên nukleerî ye.

Îstîxbarata Amerîka û Koreya Başûr destnîşan dike ku tê çaverêkirin Koreya Bakur piştî navbereke pênc salan dîsa dest bi ceribandinên çekên nukleerî bike.

Ji bo vê yekê Pyongyangê hemû amadekariyên pêwîst pêk aniye.

Back to top button