Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ramî El-Xelef li goristana Şehîdan a Minbicê bi merasîmekê hate oxirkirin.
Ji ber biryara qedexeya kombûnê û tedbîrên pêşîgirtina li vîrusa Coronayê, tenê hêzên leşkerî û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de, Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Elî axivî û soza şopndina rêya şehîdan da.
Piştre di nava axaftinên hin beşdaran de hat diyarkirin “Bêyî berdêlên şehîdan wê nikarîban azadiyê bi dest bixin. Şehîd mertalê ku planên dijmin û sîxuran vala derdixin.”
Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyan de hat oxirkirin.