Omer Osê: Ocelan navnîşana azadî û aştiyê ye , divê were berdan

Serokê Însiyatîfa Neteweyî ya Kurdên Sûrî Omer Osê bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û azadîxwazan kir ku zextê li rejîma Tirkiyê bikin da ku rêber Ocalan serberst berdin û got, Ocalan navnîşana azadî û aştiyê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn e.

Omer Osê bi boneya rojê daxuyaniyek da û diyar kir ku 23 sal di ser dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan re derbas dibe û got :

“Civata navneteweyî li hember vî sûcî bê deng e ku yek ji mezintirîn kiryarên terorîst di sedsala 20’an de bû.

Rêber Ocalan niha di rewşên pir zehmet de dijî.

Ji hêla dewleta Tirk ve di girtîgeha Îmraliyê di tecrîdeke giran re derbas dibe.

Em vê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar dikin .

Em bang li NY’yê, rêxistinên hiqûqî û cîhanê dikin ku zextê li rejîma Tirkiyê bikin ku rêber Ocalan yekser berdin.

Ji ber bi rêya erêkirina mafên neteweyî yên rewa ji gelê Kurd re ku hewl dide aramî û jiyana hevbeş bi tevahî gelên herêmê re pêk were.”

Back to top button