Li ser asta parastinê mezintirîn lihevkirineke di nav Yûnan û Îsraîl hat îmzekirin

Yûnan û Îsraîlê da ku di warê parastinê de têkiliyan xurt bikin, lihevkirineke bi hev re îmze kir.

Wezareta Parastina Îsraîlê ragihand ku îro mezintirîn lihevkirin li ser asta parastinê, di navbera wan û Yûnanistanê de hate îmzekirin.

Li gorî lihevkirinê, wê kompaniya “Elbit Systems” ya li Til Ebîbê, weke navenda perwerdekirina hêzên asmanî yên Yûnanistanê bixebite.

Nirxê vê lihevkirinê jî derdora 1.65 miliyar dolarî ye û 20 salan wê dirêj bike.

Back to top button