Çolistana Sûrî di nava 24 seatan de Rûsya 75 mûşek avêtin

Çolistana Sûrî di nava 24 seatên dawî de, ji aliyê Rûsyayê ve bi 75 mûşekî hate armanckirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku balafirên leşkerî yên Rûsî di nava 24 seatên dawî de, 75 mûşek bi ser Çolistana Sûrî de barandin.

Li gorî Çavdêriyê, ev yek hemwextî berdewamkirina operasyonên paqijkirinê yên li çolistana Hema, Himis û Helebê pêk hat.

Her wiha, hêzên hikûmeta Şamê jî, ev du roj in li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ li çolistana Meyadîn a Dêra Zorê ketine tevgerê.

Back to top button