Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku ev gavên ji bo yekîtiyê tên avêtin encamê paradîgmaya Rêber Ocalan e. Bayîk dibêje: Beriya her tiştî divê her kes spasiya Rêber Ocalan bike û da zanîn ku wê yekîtiya gelên Kurd û Ereb dagirkeriya Tirkiyê têk bibe.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bû mêvanê ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV û li ser rojevê nirxandinên girîng kir.
Cemîl Bayik bi nêzbûna 36. 15’ê Tebaxê, fermandar Egîd bi bîr anî û diyar kir ku di bingeha hemû pêngav û destketiyan de pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê heye.
Bayik da zanîn ku Kurdan bi pêngava 15’ê Tebaxê, xwe ji cîhanê re dan naskirin û got:
“Îro ku li dinyayê Kurd tê naskirin û xwedî hurmet in, di bin wê de pêngava 15’ê Tebaxê heye. Bi rêya wê jî îro Kurd gihaştine wê astê.”
Cemîl Bayik: Ew gavên tên avêtin encamê paradîgmaya Rêber Ocalan e
Cemîl Bayik hewldanên yekîtiyê yên li Rojava nirxand û diyar kir ku ev gavên tên avêtin, encamê paradîgmaya ku Rêber Ocalan bi pêş xistiye ye.
Bayik dibêje:
“Eger di nava Kurdên Rojava de ew fikirê netewî, fikirê azadî û demokrasî pêş ket, ew encamê wê kedê ye. Ji lew re divê beriya her tiştî divê her kes spasiya Rêber Ocalan bike.
Cemîl Bayik: Wê yekîtiya gelê Kurd û Ereb dagirkeriya Tirk têk bibe
Cemîl Bayik da zanîn ku dewleta Tirk çawa Hataya Ereb kir bajarekî Tirkî niha dixwaze Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê û li deverê din jî heman tiştî bike.
Cemîl Bayik komên çete yên bi destê dewleta Tirk hatine avakirin, weke makîneyek çekan bi nav kir û got:
“Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî hovîtiyê dike. Makîneyeke şer û qirkirinê çêkiriye û wê li her derê dixebitîne.
Ku dera bixwaze desthilatdariya xwe bi pêş bixîne jî, wan dişînê wir. ”
Ji bo bikaranîna çeteyan, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn ku eger gelê Kurd û Ereb li hemberî faşîzma Tirk tifaqa xwe bike yek, wê ev faşîzm nikaribe li ber xwe bide.