MSD: Tirkiyê bi bêdengiyeke navdewletî axa Sûriyê dagir dike

MSD li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Eyn Îsayê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku Rûsya û Emerîka berpirsyarê van êrîşan e.
Partiya Aştiyê ya Demokratî ya Kurdistan jî bang li civaka navnetewî kir ku êrîşan rawestîne.

Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD jî li dijî êrîşên li ser Eyn Îsayê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi vê êrîşê careke din agirbest bin pê kir.

MSD diyar kir ku, êrîşên dawî eşkere dike ku Tirkiyê bi bihaneyên ne rast komployên dagirkirina axa Sûriyê didomîne, guhertina demografîk dike û gefê li siberoja siyasî û civakî ya welat dixwe.

MSD: RÛSYA Û ”DYA” BERPIRSÊN KUŞTINA SIVÎLAN IN

MSD’ê bal kişand ser daxuyaniyên Rûsya û DYA yên dibêjin QSD’ê vekişiya ye û agirbest pêk hatiye û destnîşan kir ku, ev êrîş û encamên wê yên koçberkirin û kuştina sivîlan berpirsiyartiya herdû welatên navborî ye.

MSD bang li tevahiya hêzên Sûriyê kir ku li dijî dagirkeriyê helwesteke hevbeş nîşan bidin û ji civaka navnetewî jî xwest ku ji bo li gorî agirbestê tevbigere û dagirkerî bi dawî bibe zextê li dewleta Tirk bikin.

PARTIYA AŞTIYÊ: ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ RAWESTÎNIN

Partiya Aştiyê ya Demokratî ya Kurdistanî jî li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi vê yekê careke din agirbestê bin pê dike.

Partiya Aştiyê destnîşan kir ku ew piştgiriya berxwedana QSD’ê dikin û bang li saziyên navnetewî kir ku bi daxuyaniyan sînordar nemînin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bikevin nav tevgerê û van êrîşan rawestînin.

Leave a Reply

Back to top button