Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra li ser gundên Eyn Îsayê dewam dikin.
Şervanên QDS’ê bi berxwedaneke mezin êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser gundên bakur rojavayî Eyn Îsayê şikandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra ji saetên destpêkê yên êvarî ve bi dijwarî êrişî gundên Mueleq û Wastayê yên bakur rojavayî navçeya Eyn Îsayê kirin.
Şervanên QSD’ê bersiva êrişan dan û çete neçar kirin ku paş de birevin.
Hate ragihandin ku balafirên keşfê kampa Eyn Îsayê û gundên derdora wê bombebaran dikin.
https://hawarnews.com/kr/haber/li-eyn-say-tevgera-artsa-tirk-a-dagirker-h25052.html
Li derdora gundê Seyda tevgera tankên dagirkeran heye û her wiha balafirên keşfê li ser heremê bênavber digerin.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê amadekariyên êrişên li ser kampa Eyn Îsa û rêya navdewletî (M4) dikin
Her wiha tevgera tankên çeteyan li gundê Xalidî jî heye.