Li Urmiyeyê kolberek ji bo neye giritin, xwe avêt robarekê û xeniqî

Hêzên rejîma Îranê êrîşên xwe dijî kolberan didomîne.
Li herêma Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberek ji bo ku nekeve destê hêzên rejîmê, xwe li robarek avê da û xeniqî.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, hêzên rejîma Îranê li herêma Urmiyê êrîşî komek kolber kir.

Di encama êrîşê de kolberê bi navê Perwêz Cebarî ji bo ku nekeve destê hêzên rejîmê, xwe li robarê avê da û xeniqî.

Perwêz Cebarî 31 salî ye û ji gundê Mensurawa ya girîdayî Urmiyê ye.

Li herêma Pîranşarê jî hêzên rejîmê bi guleyan êrîşî komeke kolber kir.

Di vê êrîşê de jî kolberê bi navê Ako Qadrî birîndar bû û ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneya Pîranşarê.

Back to top button