Li Urdinê alîgirên Filistînê êrişî konsolosxaneya Îsraîl a li Ammanê kirin

Êrîşên leşkerên Îsraîl ya li ser Filistîniyan Qudus veguherandiye qada pevçûnan.
Tevî bertekên di qada navnetewî de artêşa Îsraîlê li pêş çavê cihanê hovîtiyê pêk tîne.
Li Urdin, Tirkiye û Birîtanya li dijî vê hovîtiyê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.
Di xwepêşandanan de banga dawî anîna zilma Îsraîl ya li ser Filistîniyan hate kirin.

Di nava bêdengiya welatên Ereban de, hêrsa gel ya li dijî êrîşên Îsraîl ya li ser Filistîniyan derdikeve.

Doh li Urdinê ji bo piştevaniya xelkê Filistînê çalakiyek hate lidarxistin.

Li paytext Ammanê bi sedan kes li ber konsolosxaneya Îsraîl kom bûn.

Her çiqasî hêzên ewlekariyê ji bo belavkirina xwepêşandêran tundî bikar anîn jî lê ne karî dawî li hêrsa çalakgeran bêne.

Di vê navberê de polîsan çend xwepêşandêr jî binçav kirin.

Bi derbasbûna demê re, jimara xwepêşandêran zêde bû û bê navber slogan gotin.

Li stenbolê xwepêşandan li dijî îsraîlê hate lidarxistin

Li cihê helwestek ber-biçav ya hikumeta Tirkiyê ji bo piştevaniya bi Filistînê re, xelk daketin qadan.

Li Stenbolê li pêş konsolosxaneya Îsraîlê çalakiyek şermezarkirinê hate lidarxistin.

Çalakgeran bi hildana ala Filistînê re, piştevaniya xwe nîşan dan.

Li Londonê jî xwepêşandanên ji bo piştevaniya Filistînê pêk hatin

Li parzemîna Ewropa jî çalakiyên piştevaniyê hebûn.

Li pêşiya konsol-xaneya Îsraîl ya li paytexta Îngilistan Londonê jî heman dîmen hebû.

Bi sedan ciwanên ji ber terora Îsraîlê ya li Qudisê bihêrs bûyîn li pêş konsolosxaneyê kom bûn.

Xwepêşandêran pankartên “apartheid” ku tê wateya qirkirin û “1948 em bêhn nastênin” hildan.

Polîsan xwestin çalakiyê ji hev bibin lê alîgirên Filistînê bertek nîşan dan.

Piştre çalakgeran dest bi meşê kirin.

Back to top button