Çavdêriya Sûrî: Li Efrînê dewleta Tirk sûcên qirkirina Etnîkî pêk tîne

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku ji bo pêkanîna guhartina demografîk, zêdeyî 350 hezar kes ji Efrînê hatin koçberkirin.
Çavdêriyê da zanîn 300 hezar kes li Efrînê hatin bi cih kirin û diyar kir dewleta Tirk bi vê yekê sûcê qirkirina Etnîkî pêk anîye.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna guhartina demografiya Efrînê kiriyarên xwe yên dermirovî dewam dike.

Di derbarê guhartina demografiya Efrînê û sûcên dagirkeriya Tirk de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan raporek weşand.

Çavdêriyê di raporê de ragihand ku rojane dewleta Tirk û çeteyên wî sûc li dijî Efrîniyan, bi taybet sûcê guhartina demografîk pêk tînin.

Çavdêriyê diyar kir ku 2017’an, derdor 700 hezar şêniyên resen li herêma Efrînê dijiyan û da zanîn bi dagirkirina Efrînê bi sed hezaran Efrînî hatin koçber kirin.

Çavdêriyê di rapora xwe de piştrast kir ku li gorî peymanên di navbera Rûsiya û Tirkiyê, zêdeyî 270 hezar ji malbatên çeteyan li Efrînê hatin bi cihkirin.

Hate diyar kiri tenê li bajarê Efrînê yê ku zedeyî 100 hezar efrînî lê diman û niha kêmtrî 30 hezar kes lê mane û 74 hezar kes ji malbatên çeteyan hatine bi cihkirin.

Li gorî Çavdêriyê, niha derdor 150 hezar kes ji şêniyên resen li herêma Efrînê mane.

Çavdêriyê eşkere kir ku tevî piraniya sivîlên mane temen mezin in, dewleta Tirk ji bo pêkanîn planên xwe sûcên revandin û kuştinê pêk tîne.

Li gel bicihakirina malbatên çeteyan li bajar û gundên Efrînê dagirker kamp û wargehan ji wan re ava dikin.

Çavdêriyê diyar kir ku li Efrînê bi rêya komele û rêxistinên girêdayî dewleta Tirk û welatên kendavê yên Erebî wargehan ava dike.

Di raporê de hat destnîşankirin ku sûcên dewleta Tirk yên dermirovî û bi taybet guhartina demografîk, di asta qirkirina etnîkî de ye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan destnşan kir ku bi binpêkirina zagonên NY’ê û peymanên wê li Efrînê, pênaseya “dagirker” li dewleta Tirk tê kirin.

Back to top button