Iraq..Tirkiyê rêjeya çemên Dicle û Firatê 50 ji sedî kêm kiriye

Hikûmeta Iraqê ragihand ku Tirkiyê rêjeya çemên Dicle û Firatê 50 ji sedî kêm kiriye û Îran jî jêderên avê sed ji sedî ser Iraqê qut kiriye.

Piştî ku dewleta Tirk herikîna çemên Dîcle û Firatê ser Sûriye û Iraqê kêm kiriye, rêjeya herdu çeman li Iraqê daketiye nêzî nêvî.

Ev jî metirsiyeke mezin ser jiyana di avê de, her wiha ser welatiyên ku debara xwe bi riya ava çemê pêk tînin, çêkiriye.

Derbarê mijarê de Wezîrê Jêderên Avê yê Iraqê Mehdî Reşîd nerazîbûn nîşan da û got ku rêjeya ava çemên Dîcle û Firatê heya 50 ji sedî kêm bûye.

Mehdî Reşîd diyar kir ku Îran jî jêderên avê ku ji xaka wê tê ji sedî sed ser Iraqê qut kirine.

Hat ragihandin ku Iraq di nava hewildanan de ye ku ji bo nîqaşkirina mijarê bi rayadarên Îranê re bicive.

Hêjayî gotinê ye ku piştî Tirkiyê Bendava Ilisu ser çemê Dîcleyê ava kir aloziya avê bi Iraqê re mezintir bûye.

Back to top button