Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan erê kir.
Tevî vê yekê meclisê ji bo qanûna hilbijartinê 20 endam diyar kir.
Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 94`an li dar xist.
Civîn li hola avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê pêk hat.
Di civînê de Desteya Hevserokatiyê ya Meclisa Gelan a Demokratîk, endamên meclisên gelan ên demokratîk ên 7 kantonan û endamên Dîwana Sazkirina Hevpeymana Civakî beşdar bûn.
Di civînê de meclisê qanûna Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ku ji 27 bendan û 5 beşan pêk tê, erê kir.
Di serî de reşnivîsa qanûna komîseriyê ji aliyê hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman ve hat xwendin.
Reşnivîs ji 4 beşan û 27 bendan pêk tê.
Di reşnivîsê de komîserî, teşeya wê ya rêxistinî, erkên wê, komîteyên wê li kantonan û şêwazên îtîrazên hilbijartinê hatin diyarkirin.
Rêveberiya Xweser 20 endamên komîseriyê diyar kir
Piştre nîqaşek lêhûrbûn hat kirin.
Paşê hin guhartin hatin kirin û di dawiyê de ji aliyê tevahî beşdaran ve hate erêkirin.
Her wiha meclisê 20 endamên komîseriyê li kantonan hilbijartin.
Di dawiya civînê de endamên komîseriyê li pêşiya endamên Meclisa Gelan a Demokratîk soz dan.