28 endamên istixbarata Tirkiyê li Eyn Îsayê hatin girtin

Hêzên Asayîşê li navçeya Eyn Îsayê komeke sîxur a MITa Tirk ku ji 28 kesan pêk tê, girt.

Endamên koma îstixbaratê ya ku Asayîşê ew girtine, li xwe mikur hatin ku ew ji bo artêşa Tirk û çeteyên wê dixebitîn.

Vê komê agahî ji nuqteyên leşkerî, navendên rêveberiyê û kesayetên di nav de cihê xwe digirin, kom dikirin û ji artêşa Tirk re dişandin.

Her wiha endamên koma îstixbaratê da zanîn ku wan bi piştgiriya îstixbarata dewleta Tirk li Eyn Îsayê gelek teqîn pêk anîne.

Berpirsê komê beriya ku derbasî Sûriyê bibe, li gelek kampên sîxuran ên li hundirê Tirkiyê perwerde dîtiye.

Ajansa nûçeyan a ANHA’yê, wê sibe lixwemikurhatinên berpirsê koma sîxurên îstixbarata Tirk biweşîne.

Navên endamên komê jî wiha ne:

Mihemed Casim Hesûn (Ebû Esaf)
El-Mutesim Billah Hemîd El-Hebîb
Mihemed Casim Yehya
Ehmed Casim Yehya
Hesen Mihemed Ibo
Salih Hesen Ebdullah
Raşid Hisên Şerîf
Neda Mistefa El-Ibo
Îbrahîm Remezan Xelef
Îmad Hesen Elî (Şengalî)
Ebdulezîz Zêd El-Salim (Doşka)
Ebdulezîz Îsa Casim
Elî Şêx Diêbis
Ehmed Elî El-Xidir
Mensûr Xefan (Ebû Dêr)
Îbrahîm Mihemed El-Telcî (Sêf)
Ebdil-Muimin Iwês Mûsaê
Ziyad Mihemed El-Telcî
Elî Hisên El-Casim
Şehûd Mihemed El-Emûrî
Mihemed Îdan El-Hiwêdanî
Ebdulmecîd Mihemed Şihab
Ebdullah Silêman Silêman
Hisên Mihemed Reşîd
Ebdulrezaq Elî Heman
Xidir Nurdîn Sadiq
Îsa Ebdul Îsa û Xelîl Zahir Mihemed Elî.

Back to top button