Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê sibehê dest bi civîna xwe ya 94’an kir.
Di civînê de dê qanûna kar û xebatên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bê erêkirin.
Civîn li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li kantona Reqayê li dar dikeve.
Di civînê de Desteya Serokatiyê ya Meclisa Gelan a Demokratîk û endamên meclisên gelan ên demokratîk ên 7 kantonan hazir in.
Di civînê de reşnivîsa qanûna kar û xebatên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ku ji 29 bendan pêk tê, cîgirê hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman xwend.
Çaverê ye ji bo komîseriyê 20 endam bên hilbijartin, qanûna komîseriyê û endamtiya endamên Meclisa Gelên Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bê erêkirin.