41 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Endamê Tîma Parêzerên Rojnamevanan û parêzerê Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed ragihand ku zêdetirî 10 caran ji bo dîtina Silêman Ehmed serlêdan hatiye kirin lê PDK’ê bersiv nedaye wan.
Her wiha endamê Malpera Zêwe Newsê Pîr Heyîder û çalakvan û rojnamevanên Kerkûkê jî nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevan Silêman Ehmed dan û wiha gotin:
“Bila êdî karê rojnamevaniyê neyê astengkirin. Divê di serî de sendîkayên rojnamevanan, her kes li dijî girtina rojnamevanan xwedî helwest be.”

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, ev 41 rojin agahî nayê girtin.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Endamê Tîma Parêzerên Rojnamevanan û parêzerê Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di derbarê hewlên ji bo hevdîtina li gel Silêman Ehmed û eşkerekirina çarenûsa wî de axivî.

Parêzerê Silêman Ehmed: Ji bo dîtina Silêman Ehmed astengî tê çêkirin

Nerîman Ehmed da zanîn ku zêdetirî 10 caran ji bo hevdîtinê hewl hatiye dayîn lê hatiye astengkirin û heta niha nekarîne Silêman Ehmed bibînin yan dosyeya wî bixwînin.

Nerîman Ehmed eşkere kir ku astengkirina hevdîtina li gel Silêman Ehmed binpêkirina yasayê ye ku diyar dike ti dadperwerî nîne û wiha got:

“Eger ji bo tiştekî bê sûcdarkirin jî divê parêzerê wî hebe û dosyeya wê bikare bixwîne.”

Rojnamevan Pîr Heyîder: PDK’ê ji hêza rojnamevanan ditirse

Her wiha endamê Malpera Zêwe Newsê Pîr Heyîder jî nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevan Silêman Ehmed da.

Pîr Heyîder da zanîn ku PDK ji hêza rojnamevanan ditirse û ji bo rastiya xwe veşêre serî li zext û binpêkirina maf dide.

Heyîder destnîşan kir ku ragihandin li cîhanê xwedî pozîsyonek girînge û dikare rola sereke bilîze û wiha anî ziman:

Rojnamevan Pîr Heyder: Rastî wê ti car neyên veşartin

“Li Başûrê Kurdistanê li dijî rojnamevanan zextek mezin heye.

Ji bo rastî dernekeve holê pêşiya ragihandina azad digirin. Lê rastî wê ti car neyên veşartin”

“Pêwîste saziyên peywendîdar bi erkên xwe rabin”

Rojnamevan Pîr Heyîder di dawiyê de bang li saziyên peywendîdar kir ku bi erkên xwe rabin û wiha pê de çû:

“Divê demildest Silêman Ehmed serbest bê berdan.”

Rojnamevanên Kerkûkê: Divê her kes li dijî girtina rojnamevanan rabe

Her wiha çalakvan û rojnamevanên Kerkûkê jî daxwaza azadiya rojnamevan Silêman Ehmed kirin.

Şikofe Saleyî diyar kir ku divê rojnamevan Silêman Ehmed were berdan û ev bang kir:

“Em bang li Hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku hemû rojnamevanên di girtîgehê de azad bikin.”

Hawar Faris jî bang li sendîkayên rojnamevanan ê herêmê kir ku li dijî girtina rojnamevanan xwedî helwestbin.

40 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmwd nayê girtin

Back to top button