Ev 37 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û windakirin 37 rojin agahî nayê girtin.
Rojnamevan Beruc Resûl, Karwan Enwer û Ehmed Semîr daxwaza berdana hevkarê xwe Silêmen Ehmed kirin û gotin: PDK’ê ji bo çavtirsandina hemû rojnamevanên azad Silêman Ehmed revandiye. Pêwîste em hemû bi yek dengî li Silêman Ehmed xwedî derkevin.”

Edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 37 rojin agahî jê nayê girtin.

Di derbarê Mijarê de Rojnamevên Başûrê kurdistanê axifîn û bertekên xwe anîn ziman.

Rojnamevan Beruc Resûl: Divê di zûtirîn dem de Silêman Ehmed bê berdan

Rojnamevan Beruc Resûl li ser revandina rojnamevan Silêman Ehmed axafî û xwest di zûtirîn dem de were berdan û got.

Ev 37 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.

Her ku diçe fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Resûl di destpêka peyama xwe de girtin û revandina Silêman Ehmed ya ji aliyê PDK’ê ve şermezar dike û dibêje:

“Daxwaz dikim di zûtirîn dem de rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.”

Karwan Enwer: Pêwîste em hemû bi yek dengî daxwaza berdana Silêman Ehmed bikin

Sekreterê Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan Karwan Enwer jî ragihand ku pêwîste bangê berdana Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên girtî bikin û wiha domand:

“Êdî bese ji astengkirin, bêdengkirin û girtina rojnamevanan re.”

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat hevdîtinê li gel wî bike.

PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirsyare.

Karwan Enwer di peyama de wiha got:

“Pêwîste her kes bi yek dengî banga berdana rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên girtî bikin. Êdî bese ji astengkirin, bêdengkirin û girtina rojnamevanan re.”

Ehmed Semîr: Ji bo tirsandina rojnamevanên azad Silêman Ehmed hatiye revandin

Rojnamevan Ehmed Semîr jî yê ji Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku revandin û windakirina rojnamevan Silêman Ehmed ji bo tirsandina hemû rojnamevanane wiha axaftin kir:

“Roj bi roj bertekên li ser revandina Silêman Ehmed zêde dibe.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat hevdîtinê li gel wî bike.

PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirsyare.

Ehmed Semîr PDK’ê ji bo çavtirsandina hemû rojnamevanên azad Silêman Ehmed revandiye.”

Back to top button