MXDŞ’ê cejna Êzî pîroz kir

Bi boneya cejna Êzî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê peyamek da û cejin pîroz kir. 

MXDŞ’ê cejin li Civata Rûhanî, malbatên şehîdan û tevahiya gel li welat û derveyî welat pîroz kir.

Her wiha di peyama xwe de hêvî kir ku ev cejin bi xwe re rojên xweş û geş bîne û got:

Di van rojên pîroz de civaka me dû peyamên giring dane raya giştî.

Ya yekem ku piştî 74 fermanan jî her Êzidî li ser koka xwe mane, bîr û baweriya xwe parastine.

Ya din jî di van deman de şerekî taybet tê meşandin û wekî ku Şengal ne aram be didin nîşandan.

Lê di nava van rojan de bi hezaran Êzdî li seranserê Şengalê bi coşek mezin derbas kirin.

Di vir de peyama Şengala aram dan dijiminê xwe.

Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe wesîleya tifaqa gelê me û vegera tevahiya civaka me ya ji bo Şengalê.

MXDŞ’ê bang li civaka Êzidî kir ku di her warî de xwe bi tifaq û rêxistin bikin.

Back to top button